Fermandeyê hêza 70 ya Pêşmerge: Barzanî çi gavekê bavêje em pê re ne

Fermandeyê hêza 70 ya Pêşmerge Şêx Ceifer Şêx Mistefa got, Barzanî bi eşkere û vekirî gotiye ku eger Malikî cardin bibe serokwezîrê Iraqê ezê yekser serxwebûnê ragihînim. Bê guman em wek hêzên Pêşmerge piştevaniya Barzanî dikin û ew her gavekê bavêje em pê re ne.

23.01.2017, Pts - 15:18

Fermandeyê hêza 70 ya Pêşmerge: Barzanî çi gavekê bavêje em pê re ne
Nuçe Belav bike

Fermandeyekî Pêşmerge piştevaniya xwe bo gotinên Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derheqê serxwebûna Kurdistanê de nîşan da û ragihand, ewên piştgiriyê nedin serxwebûna Kurdistanê, xayîn in.

Fermandeyê hêza 70 ya Pêşmerge Şêx Ceifer Şêx Mistefa got, Barzanî bi eşkere û vekirî gotiye ku eger Malikî cardin bibe serokwezîrê Iraqê ezê yekser serxwebûnê ragihînim. Bê guman em wek hêzên Pêşmerge piştevaniya Barzanî dikin û ew her gavekê bavêje em pê re ne.

Şêx Ceifer, ku endamê polîtburoya YNKê ye jî, her wiha got, Barzanî behsa serxwebûna Kurdistanê kiriye vêca kî vê yekê naxwaze. Her kesê ku pişta serxwebûna Kurdistanê negire, xayîn e.

Serok Barzanî ji rojnameya erebî ya Şerq el Ewset re gotibû, eger Nûrî Malikî cardin bibe serokwezîrê Iraqê ezê yekser serxwebûnê ragihînim û guh nadim ti kesî.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1349 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:07:41
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x