Fewzî Herîrî: Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dê dI Sibata 2024an de bên kirin

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, Serokatiya Herêma Kurdistanê hevahengiyê ligel hemû aliyên siyasî dike, ji bo diyarkirina roja hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di Sibata 2024an de.

24.07.2023, Pts - 05:55

Fewzî Herîrî: Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dê dI Sibata 2024an de bên kirin
Nuçe Belav bike

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî ji K24ê re ragihand, ji bo biryardana li ser roja hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, ew hevahengiyê ligel hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dikin.

Got jî: Her çend e diyarkirina roja hilbijartinên parlementoyê ji desthilata Serokê Herêma Kurdistanê ye, lê Serokatiya Herêma Kurdistanê daxwaz dike ku ew roj bi hevahengiya ligel hemû aliyan be, ji bo hemû pê pabend bin.

Herwiha tekez kir, hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê dê di Sibata 2024an de birêve biçe û got: “Serokê Herêma Kurdistanê dê demek ji bo lidarxistina wan hilbijartinan diyar bike.”

Ev yek di demekê de ye, Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê roja 19ê Tîrmeha 2023an pêşniyar kiribû ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di 18ê Sibata 2024an de yan jî rojeke din di pişt wê demê re bên lidarxistin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê daxwaz ji Komisyona Bilind kiribû ku çavdêriya hilbijartinên di 18ê Mijdarê yan jî 18ê Berçileya 2023an de li Herêma Kurdistanê bike.

Lê Komisyona Serbixwe bersiv da ku zehmet e hilbijartinên Kurdistanê di wan her du rojên diyarkirî de bên kirin û pêşniyar kir di 18ê Sibata 2024an de bê kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 246 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:24:05
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x