Firokeyên şer ên Tirkiyê Çiyayê Metîn bombebaran kirin

Firokeyên Tirkiyê bi giranî 3 cih li rêze çiyayê Metîna li nêzî gundê Guherzê yê ser bi nahyeya Dêrelûk a Duhokê bombebaran kirin.

06.05.2023, Cts - 11:39

Firokeyên şer ên Tirkiyê Çiyayê Metîn bombebaran kirin
Nuçe Belav bike

Şêniyekî gundê Belave li cihê bombebaranê ji ajansa Rûdawê re got ku ev 3 roj in ku Tirkiye bi firoke û topxaneyan rêzeçiyayê Metîna bombebaran dike.

Heval Birkayînî yê ku şêniyê gundê Belave ye vîdeoyek ji Tora Medyayî ya Rûdawê re şandiye dibêje ku di demjimêr 10:30an de firokeyên Tirkiyê bi giranî 3 cih li rêzeçiyayê Metîna li nêzî gundên Guherzê û Belave yên ser bi nahyeya Dêrelûkê bombebaran kirine, ev sêyem roj e ku Tirkiye wan navçeyan bombebaran dike.

Heta niha wan bombebaranan ti ziyaneke canî çênekirine lê ji ber bombebaranê tirs di nava welatiyan de çêbûye û xelk newêrin biçin berhemên çiyayî kom bikin.

Hefteyek e ku Tirkiyê rêzeçiyayê Metîna, Sora Sigêrê, binarê gundê Sergelê bombebaran dike.

Nûçegîhanê Rûdawê Nayîf Remezan jî ji cihê bombebaranê ragihand ku ew herêm bi berdewamî têne bombebarankirin.

Şêniyekî herêmê ji Rûdawê re got, "Ev demek e bombebaran rawestiyabûn lê ev 2 hefte ne careke din dest pê kirin. Di vê bombebaranê de xelk jî li ser çiyayan bû û tirseke mezin di nava xelkê de çêkiriye.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 266 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:32:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x