Peyamnêrê BasNewsê ragehand, îro 21.06.2022yê li Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokê Saziya Helbijartinan a aliyên siyasî dê bicivin û gotûbêjê derbarê encamdana helbijartinê û çalak kirina komîsyonê û yasaya helbijartinê de bikin.
Li gor peyamnêrê BasNewsê ragehandiye, Serokatiya Herêma Kurdistanê lijneyek pêkaniye ku Saziya Helbijartinên hemû aliyan têde beşdar in, biryare piştî geheştina rêkeftina aliyan a derbarê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Helbijartin û Rapirsiyê û yasaya helbijartinê û dema nû ji bo encamdana helbijartinê, wê demê Serokatiya Herêma Kurdistanê roja 01.07.2022yê raporta xwe ya derbarê hersê pirsan de dê aşkera bike û biryara dawî ya derbarê hersê pirsan de jî bide.