Girtina deriyê Pêşabûr- Sêmalka bandorê li bazarên Rojavayê Kurdistanê dike

Deriyê Sînorî Pêşabûr-Sêmalka yek ji deriyên giring e di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de, ji bilî karê mirovî, deriyekî aborî ye. Aborînas Samir Ehmed dibêje girtina derî wê bandoereke gelekî mezin li ser jiyana xelkên sivîl bike. Bi nerîna beşekî welatiyan divê ew derî li gorî mekanîzmayeke nû bê vekirin ku li jêr çavdêriya navdewletî be.

14.05.2023, Paz - 06:52

Girtina deriyê Pêşabûr- Sêmalka bandorê li bazarên Rojavayê Kurdistanê dike
Nuçe Belav bike

Di pêşhateyeke nû de, derbarê girtina Deriyê Sînorî yê Pêşabûr Sêmalka, Rêveberiya Deriyê Sêmalka ragihandiye ku, hilgirên belgeyên niştecîbûnên Ewropî yên derbasî Rojavayê Kurdistanê bûne, dikarin di kîjan demê de bixwazin, bi rêya wî deriyî vegerin û derbasî aliyê Herêma Kurdistanê bibin.

Aborînasek ji Rûdawê re behsa bandora girtina Deriyê Pêşabûr Sêmalka dike.

Aborînas Samir El-Ehmed got: “Girtina deriyan bi ser navçeyên Bakur Rojhilatê Sûriyê bandoereke gelekî mezin li ser jiyana xelkên sivîl dike, ji aliyê abûrî û debara jiyanê ve, serbarî nirêx pereyan û xirabiya mûsimê çandiniyê û xirabiya rewşa abûrî, li Sûriyê bi giştî, û li navçeyên rojhilatê Sûriyê bi taybetî. Eger girtina derî çend roj û heftiyên din dirêj bike wê bandorê lê bike, serbarî şantaja desthilata defakto li wê derê ji sivîlan re û sepandina bac û xûkiyê li ser wê xelkê."

Deriyê Sînorî Pêşabûr-Sêmalka yek ji deriyên giring e di navbera başûr û Rojavayê Kurdistanê de, ji bilî karê mirovî, deriyekî abûrî ye, û 60% ji kelûpelên xorak û xwarinê, di wî dergehî re derbasî Rojavayê Kurdistanê dibin.

Ne yekem car e, ew derî tê girtin, dawiya 2021ê jî, ew derî ji ber êrîşa hejmareke endamên grûpa bi navê “Ciwanên Şoreşgêr” li ser Deriyê Pêşabûr, heta dema 40 rojê girtî mabû.

Hin nerîn jî dibînin ku pêwîst e ew derî bê vekirin, lê li gorî mekanîzmayeke nû, ku li jêr çavdêriya navdewletî û desthilata hikûmeta Herêma Kurdistanê be.

Samir El-Ehmed herwiha got: “Tiştê tê xwestin derî li gorî mekanîzmayine nû bê vekirin, bi serperiştiyeke navdewletî û serperiştiya desthilatên Kurdistana Iraqê be, dûr ji şantaja desthilata defakto li Sûriyê, çi MSDê be yan aliyên din be, ku keysbaziyê di derî de dike, ku bi awayekî nerênî rengvedanê li ser jiyana kesên sivîl dike."

Li gorî zaniyariyên Rûdawê, sedema girtina derî ji ber wê yekê bû ku Rêveberiya Deriyê Sêmalka li Rojavayê Kurdistanê, rê nedabû şandeke mêvanên Başûrê Kurdistanê da ji Rojava derbasî Başûr bibin ji bo beşdariyê di rêûresma Yadgeha Niştîmanî ya Barzanî de bikin.

Ji roja Pêncşemê 11yê Gulana 2023yan ve, Deriyê sînorî yê Pêşabûr Sêmalka di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de, heta demeke nediyar, ji aliyê Herêma Kurdistanê ve, hate girtin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 262 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:41:09
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x