Li gor daxuyaniyekî eniya bakur a Heşdî Şeibî, amaje bi wê hatiye kirin ku di civîna fermandarê proseya hevbeşên Kerkûkê ferîq Elî Ferecî û fermandarê eniya bakur a Heşdî Şeibî Yilmaz Necar rêkeftin hatiye kirin ku li wan cîhên ku sînorê Kerkûkê yên ku binpêkirinên ewlehiyê têde zêde heye, çekdarên Heşdî Şeibî bên zêde kirin
Ev yek di demekî de ye ku rewşa ewlehiya parêzgeha Kerkûkê di saya çekdarên Heşdî Şeibî û hêzên sepandî de roj bi roj xirabtir dibe.