Wezreta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihandibû duhî Yekşemê ragihandib, li herêma Zapê di encama êrîşeke gerîlayên PKKyê de du leşkerên hatibûn kuştin û 4 leşkerên din jî birîndar bûbûn.
Hat zanîn ku ji birîndaran du leşkerên din jî canê xwe ji dest dane. Bi vî awayî hejmara leşkerên Tirkiyê yên duhî di şerê Zapê de hatine kuştin gihişt 4 leşkaran.
Arteşa Tirkiyeyê ji 18ê Nîsanê ve li dijî bingehên PKKyê yên li Zap, Avaşîn û Metînayê operasyoneke berfireh a bejahî û asimanî bi rê ve dibe.