Herêma Kurdistanê û Qeter bihêzkirina peywendiyan di warê enerjiyê de tekez dikin

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezîrê Dewletê yê Qeterê tekezê li ser bihêzkirina peywendiyên dualî di warê enerjiyê de dikin.

26.03.2025, Çar - 10:15

Herêma Kurdistanê û Qeter bihêzkirina peywendiyan di warê enerjiyê de tekez dikin
Nuçe Belav bike

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duh di çarçoveya serdana xwe ya fermî ji bo Qeterê de, li Dewheyê bi Wezîrê Dewletê ji bo Karûbarên Enerjiyê yê Qeterê Seid bin Şirîde Kabî re civiya.

Li dû ragehandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, “Di wê civînê de danûstandin li ser bihêzkirin û berdewamkirina peywendiyên dualî yên Herêma Kurdistanê û Qeterê di warê enerjiyê de hatin kirin.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê roja Duşem, bi serdan û vexwandineke fermî gehişt Dewheya paytexta Qeterê û bi Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Qeterê Şêx Mihemed bin Ebdirehman al Sanî re civiya.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê her wê rojê bi Serokê Dezgeha Weberhênanê ya Qeterî Şêx Bender bin Mihemed al Sanî re jî civiya.

 

Vî nûçeyê tevayî: 136 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:31:52
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x