Heşdî Şeibî pişgiriya mayina PKKê li Şingalê dike.

Fermandarê payebilind ê heşdî şeibî Hadî Cezaîrî, bi daxuyaniyekê piştevaniya hêza xwe bo mana gerîllayên PKKê yên li Şingalê ragehand û teqez kir amadebûna vê hêzê li navçeyê, ji hebûna hêzên Tirkiyê baştire.

16.01.2017, Pts - 08:57

Heşdî Şeibî pişgiriya mayina PKKê li Şingalê dike.
Nuçe Belav bike

Heşdî şeibî berevaniyê li mana hêzên PKKê yên li Şingalê dike û berpirseke PDKê jî wan hewldana wek beşek ji çêkirina aloziyan pênase dike.

Piştî ku yek ji fermandarê payebilind ê heşdî şeibî Hadî Cezaîrî, bi daxuyaniyekê piştevaniya hêza xwe bo mana gerîllayên PKKê yên li Şingalê ragehand û teqez kir amadebûna vê hêzê li navçeyê, ji hebûna hêzên Tirkiyê baştire.

Vê derbarê de berpirsê leqa Şingalê yê PDKê Wehîd Bakozî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Em agahdarin demeke heşdî şeibî li ser PKKê berevaniyê dike û bi awayekê ku dixazin rewabûnê bi mana PKKê ya li Şingalê bidin.’’ Herwaha teqez kir ku heşdî şeibî bi plan û bo ava kirina fitneyê û aloziyê wan karane dike.

Bakozî got: ‘’Em piştevaniyên heşdî şeibî bo PKKê bi asayî dizanin, ji ber ew bixwe bûne beşek ji heşdî şeibî û di wê çarçovê de wek wan alîkariyê verdigrin.’’

Berî niha hikûmeta herêma Kurdistanê bi fermî daxwaz ji hêzên PKKê kir ku ji Şingalê derbikeve, lê heta niha PKKê hêzên xwe ji Şingalê venekşandiye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1580 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:48:52
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x