Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw û Konsulê Giştî yê Amerîkayê tekezî li ser hevkarî û hevahengiya navbera Hewlêr û Washingtonê kirin.
Parêzgariya Hewlêrê daxuyaniyek belav kir û ragihand, îro çarşemê 1ê Hezîrana 2022yan, Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw serdana Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê ya li Hewlêrê kir û ligel Konsulê Giştî civiya.
Herwiha hat diyarkirin, herdu aliyan li ser danûstandinên bazirganî, dîtina derfetên kar ji bo kompaniyên Amerîkayê û sûdwergirtina ji ezmûna wî welatî, ji bo zêdetir pêşketina Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, ji bo geşepêdan û pêşvebirina aborî, bazirganî û pîşesaziya li Hewlêra paytext, Parêzgariya Hewlêrê amade ye hemû hêsankariyên yasayî û îdarî pêşkêşî kompaniyan û bazirganên Amerîkayê bike, da ku rol û bandora wan li pêşvebirina bazirganî, pîşesazî û veberhênan li Hewlêra paytext hebe.
Meha borî, Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw serdana Amerîkayê kir û li wir komek hevdîtin û civîn ligel bazirgan û kompaniyên Amerîkayê encam dan û li hev kirin ku di dahatû de bi hev re ligel Herêma Kurdistanê û Hewlêra paytext, kar bikin.