Fermandarê navbihurî her wiha xwest ku Erebîstana Siudî konsolxaneya xwe ya li Hewlêrê bigre.Hukimeta Kurdistanê li hember vê daxuyaniya Recebî reaksiyenoke pir tûnd nîşan da û daxuyand ku ev ne cara yekemîn e ku fermandarên Îranê li dijî Kurdistanê daxuyaniyên bi vî rengî radigihînin û wiha pê de çû: “Kes nikare daxwaziya girtina konsolxaneyên li Kurdistanê bike.”
Hukimeta Kurdistanê di daxuyaniya xwe de gotinên fermandarê Îranê weke nîşana bêberpirsiyariyê bin av kir û got: “Em hêvî dikin ku Tehran li hemberî vê daxuyaniyê helwesteke bicîd nîşan bidin. Lewra daxuyaniyên bi vî rengî li dijî têkiliyên Kurdistan û Îranê ne. Em vê daxuyaniyê qebul nakin û red dikin.”