Hewramî: Di demek nêzîk de dê dewleta Kurdistanê were ragihandin

Berpirsekî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dibêje, Kurdistana Başûr ti carî beşek ji Iraqê nebûye da ku jê veqete. Ew berpirsê PDKê her wiha dibêje, serxwebûna Kurdistanê dê “di demek nêzîk” de were ragihandin.

12.01.2017, Per - 08:56

Hewramî: Di demek nêzîk de dê dewleta Kurdistanê were ragihandin
Nuçe Belav bike

Berpirsê peywendiyên derve yên PDKê, Hêmin Hewramî ji govara erebî-misrî ya bi navê “Sawt al Ummah” re li ser serxwebûna Kurdistanê û têkiliyên Kurdistan û Iraqê peyiviye.

Hêmin Hewramî gotiye, ragihandina serxwebûn û dewleta Kurdistanê pir nêzîk bûye lê divê ev mijar bi rêya diyaloga bi Bexdayê re were ragihandin.

Hewramî her wiha gotiye, her çiqas Amerîka û welatên rojava çira kesk bo serxwebûna Kurdistanê vênexistibin jî lê çira sor jî vênexistiye û negotine na.

Wî berpirsê PDKê derheqê cudabûna Kurdistanê ji Iraqê de jî gotiye, Kurdistan ti carî beşek nebûye ji Iraqê da ku jê veqete. Her gel û miletek mafê wî heye qedera xwe diyar bike. Di destpêka sedsala borî de, dema kurd neçar kirin ji Iraq û Tirkiyê yekê hilbijêrin, kurdan Iraq hilbijart. Lê ji wê demê ve heta sala 2003 kurd ji destê hikûmetên Iraqê dinaliya. Para kurdan tenê komkujî, enfal û kîmyabaran bû. Piştî rûxana rêjîma Beis jî hêviya kurdan ya Iraqeke demokratîk nema.

Hêmin Hewramî aniye ziman ku eger niha serxwebûna Kurdistanê neyê ragihandin tirsa wê heye rewşa deverê xirabtir bibe û ew nakokiyên siyasî û kirîza aborî ya Kurdistanê jî nakin asteng û hêcet bo paşxistina vê pirosê û gotiye, jixwe dema Amerîka serxwebûna xwe ragihand tenê 0 eyaletên wî welatî pê re bûn, yanê wê demê Amerîka di nav xwe de yek nebû. Helbet qesta me ji dewleta Kurdistanê, Herêma Kurdistana yê ne Kurdistana mezin çimkî parçeyên din ên Kurdistanê xwedan taybetmendiyên cuda ne.

Li gorî wî endamê rêveberiya PDKê, ti kurdek li dijî serxwebûnê nîne lê hinek cudahiyên siyasî hene.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1369 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:49:23
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x