Hikûmeta Kurdistan pêşniyara rawestandina encamên referandumê dike

Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek derbarê rewşa niha ya Herêma Kurdistanê belav kir.

25.10.2017, Çar - 06:33 [ Güncellenme: 25.10.2017, Çar - 06:34 ]

Hikûmeta Kurdistan pêşniyara rawestandina encamên referandumê dike
Nuçe Belav bike

Têksta daxuyaniyê:

Ev rewş û aloziyên metirsîdar ku rastî Iraq û Kurdistanê hatine, me hemûyan neçar dike ku em di astê berpirsatiya dîrokî de bin û rê nedin rewş bêtir ber bi şer û pevçûnan ve biçe di navbera hêzên Iraqî û Pêşmerge de.

Êrîşa ku çêbû û şerê di navbera hêzên Iraq û Pêşmerge de ji roja 16/10/2017an ve û heya niha, ziyan li herdu aliyan kiriye, û dibe ku ew yek bibe sedema xwînrijandineke berdewam û di encamê de bibe sedema têkdana pêwendiyên civakî di navbera pêkhatên Iraqê de.

Bêguman şer di navbera herdu aliyan de nabe sedema serketina ti aliyekî, ji ber ku di hemû warên jiyanê de welat ber bi herifîna giştî ve dibe, lewra û ji deriyê hestkirin bi berpirsatiyê beramberî gelê Kurdistan û Iraq, em ji bo hikûmet û raya giştî ya Iraqê û cîhanê pêşniyar dikin:

1- Rawestandina teqekirin û hemû corên kiryarên serbazî li Herêma Kurdistanê bi awayekî rasterê.

2- Rawestandina encamên referandumê ku li Kurdistana Iraq hat encamdan.

3- Destpêkirina diyaloga vekirî di navbera hikûmeta Herêma Kurdistan û hikûmeta federal li ser bingeha destûra Iraqê.

Hikûmeta Herêma Kurdistan

24/10/2017

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1488 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:38:33
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x