Roja 28ê Nîsana 2025 droneke bombekirî li Amêdiyê êrişî xaleke hêzên Pêşmerge kir û ji ber vê yekê 3 Pêşmerge birîndar bûn.
Her wiha doh jî li heman cihî bi droneke din êrişî xaleke Pêşmerge hat kirin û ji ber vê yekê 2 Pêşmerge birîndar bûn.
HPGyê li ser êrişên bi dronan daxuyanî da û diyar kir ku ew êriş ji aliyê hêzên wan ve hatiye kirin.
HPGyê di daxuyaniya xwe de diyar kir 28ê Nîsanê di navbera gundên Guherzê û Belavê de dest bi avakirina baregeheke nû ya leşkerî hat kirin.
HPGyê ragihand ku armanca avakirina wê baregehê ew bû ku rêya wan a di navbera herêma Zap û Garê de bê qutkirin.
HPGyê wiha got, “Fermandariya me ya li vê qadê 28 û 29ê Nîsanê bi hesasiyeta ku windahî çênebe, di asteke sivik de ji bo hişyarkirinê destwerdan kir.”