Îro sêşemê 9ê Gulana 2023an, rêxistina Human Rights Watch (HRW) di raportekê de ragihand: “Desthilatdarên Iraqê nekarîne wê qerebûya darayî bidin ku li hgor yasaya Iraqê diviyabû bi hezaran Êzidî û kesên din ên qezaya Şingalê werin qerebûkirin, ku ji ber wêrankirin û ziyangihandina mal û milkên wan ji aliyê DAIŞê ve.”
Lêkolînera Iraqî ya li HRWê Sara Senber dibêje: “Bê qerebûkirinê, gelek ji Şingaliyan çavkaniyên wan ên darayî tune ye ji bo avakirina mal û cihên karên xwe, loma nikarin bi awayekî asayî vegerin mala xwe.”
Di daxuyaniya HRWê de hatiye destnîşankirin ku hejmareke mezin ji wan kesan ji sala 2014an ve li kampa awareyan jiyana xwe didomînin.
Li gor daxuyaniyê, “ewên ku vegeriyane navçeya xwe, rûbirûyî rewşa necîgir a ewlehiyê û tunebûna xizmetguzariyên giştî dibin, ji wan; perwerdehî, çavdêriya tendirustiyê, av û elektrîk”.
Herwiha hatiye destnîşankirin: “Tenê 420 jinên Êzidî di meha Sibata 2023an de li gor yasaya rizgarbûyên Êzidî qerebûya darayî wergirtine”, ev jî pêwendî bi wan malbatan heye ku endamên malbatên wan rastî kuştin, revandin û destdirêjiyê hatine.
Hatiye diyarkirin, di çarçoveya yasayeke din a taybet de, nêzîkî 10 hezar û 500 kesên ji xelkê Şingalê daxwaza qerebûyê pêşkêş kirine, lê belê nêzîkî 5 hezar ji wan daxwazan hatine pesenkirin, herwiha ti malbatekê ti pere wernegirtine.
Parlamenterê Parlamentoya Iraqê Mecîd Şingalî ji HRWê re ragihandiye: “Ji ber kêşeya budceya federal, ji sala 2021ê ve qerebûkirin ji Şingalê re nehatiye dayîn”, lê belê li gor rêxistinê, pêwendiya paşketinê bi kêşeyên alozî û îdarî ve heye.
Di meha Tebaxa 2014an de DAIŞê êrîşî qezaya Şingalê kir û bi sedan xelkê navçeyê kuştin û dîl girtin, heta niha jî nêzîkî 200 hezar kesên xelkê Şingalê aware ne û piraniya wan di kampan de dijîn û nikarin vegerin navçeyên xwe ji ber neavabûna cih û warê wan.