Hûrgiliyên kuştina karsazê ji Êlihê li Duhokê derketin holê

Cenazeyê Huseyîn Turelî yê pêr êvarê li Duhokê di encama êrîşa çekdarî de jiyana xwe ji dest dabû, şandin bajarê wî Êlihê.

19.04.2023, Çar - 12:39

Hûrgiliyên kuştina karsazê ji Êlihê li Duhokê derketin holê
Nuçe Belav bike

Huseyîn Turelî yê xelkê Êliha Bakurê Kurdistanê, roja 17ê Nîsanê saet 21:00ê li bajarê Duhokê, di encama êrişa çekdarî ya li cafeya xwe ya bi navê “Asli Borek” a li Family Mallê de, bi giranî birîndar bû.i

Turelî ku 7 gule lê laşê wî ketibûn li nexweşxaneyê lê dihart dermankirin jiyana xwe ji dest da. Êrîşkar jî ji cihê bûyerê reviya.

Turelî ji ber sedemên siyasî ev 12 salbûn li Duhokê dijiya û li Family Mallê xwediyê kafeya “Aslı Borekê” bû.

Derbarê bûyerê de hevalê Turelî yê bi navê Yusuf Îşcan got: “Beriya êrîşê em di fitarê de bi hev re bûn. Paşê ez derketim û çûm Terawîhê. Hat gotin ku dema vedigere rastî êrîşê hatiye. Di dema êrîşê de birayê wî û karmendên kafeyê li gel wî bûn.

Nasnameya êrîşkar hat tespîtkirin

Cenazeyê Huseyîn Turelî piştî kar û barên fermî bi rêya Deriyê Îbrahîm Xelîl bo bajarê wî Êlihê hat veuhestin.

Hat zanîn ku derbarê bûyerê de lêkolînên berdewam in. Rêveberiya polîsê Sêmêlê jî ragehand ku, nasnamye êrîşkar hate zanîn, lê heta niha nehatiye girtin.

Îdîayên derbarê Tureli de

Medyaya Tirkiyê îdia kir ku derbarê Huseyîn Turelî de ji ber êrîşa 2008an a li navçeya Gungoren a Stenbolê ku tê de 18 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, biryara girtinê hebûye.

Lê parêzerê Turelî, Huseyîn Çalişçi jî diyar kir ku ti peywendiya muwekîlê wî bi teqînê nebûye ûda zanîn ku ew bi îdiaya "alîkarî û piştgirîkirina rêxistina terorê" hatiye girtin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 419 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:10:01
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x