Îran: Divê çalakiyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê qedexe bin

Wezîrê Derve yê Îranê eşkere kir ku wan peyamek daye berpirsên Herêma Kurdistanê bo bidawîanîna çalakiyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê û girtina hemû bingeh û baregehên wan ên li Herêma Kurdistanê. Hisên Emîr Ebdullahiyan got: “Êdî Îran ji vê yekê kêmtir qebûl nake.”

27.02.2023, Pts - 09:36

Îran: Divê çalakiyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê qedexe bin
Nuçe Belav bike

Hisên Emîr Ebdullahiyan, di hevpeyvînekê de li gel medya fermî ya Îranê debrarê partiyên Rojhilatê Kurdistanê de dibêje: “Komîteya hevbeş a Îraq û Îranê pêk hatiye û du caran li Bexda û Tehranê civiyane, berpirsên Herêma Kurdisatanê jî beşdarî danûstandinan bûne. Reşnivîsa rêkeftinekê di navbera wan de hatiye amadekirin û em hêvîdar in di zûtirîn dem de bê îmzekirin.”

Wezîrê Derve yê Îranê dibêje: “Daxwaza Îranê ev e û kêmtir ji vê yekê jî razî nabe, divê hemû baregeh û navendên perwerdê yên wan partiyan bên girtin, tawanbar radestî sîstema dadweriyê bên kirin, bi yekcarî ev pirs bidawî bibe, ji ber tiştek bi navê hebûna wan partiyên dijberî Komara Îslamî li Herêma Kurdistanê nayê qebûlkirin.”

Emîr Ebdullahiyan diyar dike ku di salên derbasbûyî wan nermî pêşan daye lê êdî ti derfetek bo berdewamiya vê rewşê li Herêma Kurditanê nîne. Wezîrê Derve yê Îranê dibêje: “Danûstandin hene û roleke girêng a Şêwirmendê Asayişa Nîştimanî ya Îraqê Qasim Eirecî û Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Hisên di wan danûstandinan de hebû.”

Wezîrê Derve yê Îranê behsa peyameke Amerîkayê bi rêya Fuad Hisên jî dike û dibêje: “Amerîkayê bi rêya Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Hisên peyamek gihand destê rayedarên Îranê ku Washington amade ye rêkeftina etomî bigihe encamekê.”

Hisên Emîr Ebdullahiyan herwiha tekez dike, Îran jî her tim pêşwaziyê li danûstandin û dîplomasiyê dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 170 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:05:52
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x