Îranê li ser partiyên Rojhilatê Kurdistanê hişyarî da: Sibe roja dawî ye!

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê bi bîr anî ku sibe roja dawî ya rêkeftina Îran û Îraqê ya li ser partiyên Rojhilatê Kurdistanê ye.

18.09.2023, Pts - 11:12

Îranê li ser partiyên Rojhilatê Kurdistanê hişyarî da: Sibe roja dawî ye!
Nuçe Belav bike

Îran û Îraqê li ser partiyên Rojhilatê Kurdistanê rêkeftinek îmze kiribû.

Li gorî vê rêkeftinê, divê partiyên Rojhilatê Kurdistanê werin bêçekkirin û li kampên diyarkirî werin bicihkirin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kenanî, di konferanseke rojnamegeriyê de li ser partiyên Rojhilatê Kurdistanê axivî.

“Îran hebûna wan hêzan qebûl nake”

Nasir Kenanî got ku hebûna van hêzan “li dijî ewlehiya sînorê Îran û Îraqê” ye.

Nasir Kenanî, amaje pê kir ku Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ji rayedarên Îraqê gotiye, “Îran hebûna wan hêzan qebûl nake.”

Îran li hêviya cîbicîkirina rêkeftinê ye

Li gorî Kenanî, Îraqê ragihandiye ku ew pabendî rêkeftina her du welatan e û Îran jî li hêviya cîbicîkirina vê rêkeftinê ye.

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Elî Şemxanî û Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Îraqê Qasim Erecî, 19ê Adarê li Bexdayê rêkeftinek îmze kiribû.

Li gorî xaleke vê rêkeftinê, divê hêzên partiyên Rojhilatê Kurdistanê ji sînorê di navbera Rojhilatê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê werin dûrxistin.

Divê were gotin ku dema ji bo bicihkirina van şertan hatibû diyarkirin sibe bi dawî dibe.

Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên jî 13ê Îlonê çûbû Tehranê û ragihandibû ku ew gihiştine qonaxa dawiyê ya vê rêkeftinê.

“Hatine bêçekkirin”

Fuad Husên di axaftina xwe de wiha gotibû:

“Grûpên cuda yên li ser sînorê Îran û Îraqê hatine bêçekkirin. Kamp hatine avakirin û dê ev kamp bibin kampên penaberan.

Ev kamp dê di paşerojê de ji aliyê Ajansa Penaberan a Neteweyên Yekbûyî yan jî civaka navneteweyî ve bên birêvebirin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 418 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:49:04
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x