Iraq dixwaze erzaqê xelkê Herêma Kurdistanê bibire

Endameke Meclîsa Nûnerên Iraqê li ser hewildanên Dewleta Yasa ya ji bo birîna erzaqên welatiyên Herêma Kurdistanê ragihand ku dixwazin vê yekê wek kartekê li dijî Kurdistanê bikar bînin, lê ew ê jî li dadgeha Federalî ya Iraqê dozê vekin.

07.01.2017, Cts - 06:53

Iraq dixwaze erzaqê xelkê Herêma Kurdistanê bibire
Nuçe Belav bike

Endama Meclîsa Nûnerên Iraqê Necîbe Necîb diyar kir ku ji bo birîna pişka erzaqê Herêma Kurdistanê hewil tê dayîn û eger ev yek pêk bê, ew ê dozê vekin.

Li gor nûçeya BasNewsê Necîbe Necîb got, 'Heke Bexda pişka budceya Kurdistanê bibire em ê serî li dadgeha Federalî bibin' û da zanîn, dixwazin pişka erzaqê mehane û pêdiviyên dermanan jî bibirin.

Necîb destnîşan kir ku partiya Dewleta Yasa dixwaze vê hewla xwe ya serbiwxe wek karteke fişarê li dijî Herêma Kurdistanê bikar bîne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1282 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:42:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x