Iraq û Tirkiye li ser destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê dicivin

Wezareta Petrolê ya Iraqê ragihand, şanda Bexda û Enqerê dê roja 19ê vê mehê bicivin û derbarê destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê gotûbêj bikin.

15.06.2023, Per - 09:06

Iraq û Tirkiye li ser destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê dicivin
Nuçe Belav bike

Birîkarê Wezareta Petrolê yê Iraqê Basem Mihemed Abadî ragihand, hikûmeta Iraqê û roja 19ê Hezîrana 2023an li ser pirsa hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya bendavê Ceyhanê bicivin.

Di berdewamiya axaftina xwe de got: “Me di demên borî de jî peyamên xwe gihandine aliyê Tirkiyê ku pêwîst e di zûtirîn dem de proseya hinardekirina petrola Kurdistanê bi rêya bendera Ceyhanê re destpê bike. Aliyê Tirkiyê ji me re gotiye ku derengmayîn ji ber xebatên teknîkî û kontrolkirina boriyê bûye.”

Birîkarê Wezareta Petrolê ya Iraqê ragihand, Iraq rojane 3.3 milyon bermîl petrol bi rêya bendera Besra hinardeyî bazarên cîhanê dike.

Di 25ê Adarê de ji ber doza di navbera Tirkiye û Iraqê de hinardekirina petrola Kuridstanê bo bendera Tirkiyê hatibû ravestandin. Lê belê piştî ku di navbera hikûmetên Herêma Kurdistanê û Iraqê de rêkeftin di derbarê petrola Kurdistanê de hate îmzekirin di demeke nêzîk de tê çaverêkirin hinartina petrola Kurdistanê bi rêya xeta boriya Ceyhanê bo bendera Tirkiyê dest pê bike.

Roja Sêşemê 4ê Nîsana 2023an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Bexdayê kiribû û ji aliyê Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ve hatibû pêşwazîkirin, piştre bi amadebûna herdu serokwezîran, di merasîmekê de rêkeftina destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi awayekî hevbeş, di navbera herdu hikûmetên Herêm û Federal de hatibû îmzekirin.

Li gor rêkeftinê, petrola Herêma Kurdistanê bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyê ji aliyê kompaniya Somo ve dê were firotin û dahat wê di hesabekî taybet yê bankî de were hilgirtin, ku di bin kontrola Hikûmeta Herêma Kurdistanê de be.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 223 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:08:22
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x