Vê derbarê de qaymeqamê Daqûqê Luyis Fendî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îro demjimêr 10:00ê serê sibehê terorîstên İŞİDê şivanek li nêzîk gundê Mensûr a navçeya Heftexar a ser bi qeza Daqûqê bo cîhekî nediyar revand.’’
Herwaha got: Ew şivane di dema çerandina sewalên xwe de hatiye revandin û ew şivan bi esil ereb e, lê ji bo hemwelatiyên rûniştvanên gundê Mensûr kar dike.
Gundê Mensûr yek ji gundên kurdên navçeya Heftexar a ser bi qeza Daqûq a ser bi parêzgeha Kerkûkê ye.