Japonya konsolxaneya xwe li Kurdistanê vedike

Hat ragihandin ku hikûmeta Japonyayê roja çarşemê bi merasîmeke fermî wê konsolxaneya xwe li paytextê Hewlêrê li Herêma Kurdistanê veke.

11.01.2017, Çar - 06:36

Japonya konsolxaneya xwe li Kurdistanê vedike
Nuçe Belav bike

Wezîrê Derve yê Japonyayê Kentaro Sonoura piştî serdana xwe ya bo Bexdayê, tevî şandekî derbasî Herêma Kurdistanê bû. Sonoura li Balafirxaneya Navdewletiya Hewlêrê ji aliyê Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa ve hat pêşwazîkirin, bi şev li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiya.

Li gor malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, êvariya roja sêşemê 10ê Rebendana 2017an li bajarê Hewlêrê pêşwazî li Wezîrê Dewletê Bo Karûbarên Derve yê Japonê Kentaro Sonoura û şandeya pê re kir û wezîrê japonî tekîd kir ku welatê wî dê li ser alîkarîkirina Herêma Kurdistanê berdewam be.

Wezîrê Japonyayê di berdewamiya axaftina xwe de ragihand ku wan biryar daye roja çarşemê bi awayekî fermî Konsulxaneya Japonyayê li Hewlêrê vekin û tekez kir ku bi vekirina konsulxaneyê têkeliyên Japonya û Herêma Kurdistanê dikevin di qonaxeke nû û berfirehtir de.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1213 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:13:09
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x