Balyozê berê yê Amerîkayê li Îraq û Sûriyeyê James Jeffrey duhî (Yekşem, 18.05.2025) tevlî bernmeya Basî Rojê ya K24ê bû û got, “Amerîka dixwaze têkiliyên çêtir û xurttir bi welatên deverê re hebin, bi awayekî diyarkirî û taybetîtir jî bi Herêma Kurdistanê û hikûmeta wê re.”
James Jeffrey herwesa got, “Rola Pêşmergeyan di têkbirina rêxistina terorîstî ya DAIŞê de û Herêma Kurdistanê jî li deverê mezin û girîng tê hesibandin û Amerîkayê têkiliyeke taybet bi gelê Kurd re heye.”
Navbirî amaje jî da, “Amerîka dixwaze berjewendiyên Îraqê biparêze. Mafên Herêma Kurdistanê di destûrê de hatine destnîşankirin, me gazin kirin ku rêveberiya Amerîkayê nekariye pirsgirêka hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê çareser bike, ji ber ku ew ji bo Îraq û deverê girîng e û rawestandina wê ji bo Îraqê karekî xirab e.”
Balyozê berê yê Amerîkayê li Îraq û Sûriyeyê ron jî kir, “Amerîkayê berjewendiyek li Herêma Kurdistanê heye û ji ber vê yekê jî mezintirîn konsulxane li Hewlêrê heye. Li hin cihan Amerîkayê heta nivîsîngehek jî tune ye ji ber ku ti berjewendiyeke wê li wan deran tune ye.” Herwesa got, “Herêma Kurdistanê roleke baş di proseya aştiyê ya li Tirkiyeyê de hebû.”