Instîtûya Washingtonê bo Polîtîkayên Rojhilata Nêzîk derbarê petrol û gaza Herêma Kurdistan û Iraqê de korbendek saz kir.
Balyozê berê yê Amerîkayê yê li Iraq û Tirkiyê û Nûnerê Taybet ê wî welatî bo karûbarên Sûriyê James Jeffrey di korbendê de ragihand, nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê yên di derbarê çavkaniyên xwezayî de ne tenê pirsgirêkeke qanûnî û teknîkî ye, lê belê hinek ji wan bi hewlên Îranê ve girêdayî ne ku hewl dide rê li ber serxwebûna siyasî û aborî ya Herêma Kurdistanê bigire.
James Jeffrey dibêje, “Îran naxwaze Hewlêr û Hikûmeta Herêma Kurdistanê weke statuyeke otonom (xweser) bimîne, naxwaze di warê aborî de pêş bikeve, naxwaze peywendiyên wê yên niha yên bi Amerîka, Tirkiye, Îsraîl û welatên din re hebe.”
Jeffrey ku di navbera salên 2008 heta 2010an de Balyozê Amerîkayê yê li Enqerê bûye, dibêje tevî ku Tirkiye bi dijwarî dijatiya Kurdistaneke serbixwe dike, lê berovajî Îranê, Enqere di hinardekirina petrola Kurdistanê de alîkar bûye.
Wî dîplomatê Amerîkî derbarê wê yekê de got: “Herêma Kurdistanê hikûmeteke serbixwe û bi temamî cuda heye ji bo rêvebirina xwe, artêşa xwe heye, pîşesaziya petrol û gaza xwe heye, xwedî têkiliyên navdewletî yên taybet bi xwe ye, beşeke zêde ya wê yekê girêdayî Tirkiyê ye. Herêma Kurdistanê xwedî sînorê avî nîne, lê sînorê wê bi Tirkiyê re heye. Eger sînorê te bi welatekî dost re hebe, bi awayekî ku ewlehiya te garantî bike û amade be, petrol û gaza te hinarde bike, wê demê hevalekî te heye. Lêbelê, hevaltî jî hin sînorên xwe hene. Pirsgirêk ew e ku Tirkiye bi Hewlêrê re dost be jî, ti deman naxwaze Kurdistaneke serbixwe li ti derê hebe, heta eger di nava hevalên xwe yên li Hewlêrê de be jî.”
Dîplomatê xanenişînkirî yê Amerîkî berovajî biryara Dadgeha Federal a Iraqê di wê baweriyê de ye ku berovajî biryara Dadgeha Federalî ya Iraqê, mafê Herêma Kurdistanê heye ku di wan bîran de weberhênanê bike ku piştî pesednkirina destûrê hatine dîtin.
Derbarê vê mijarê de Jefrrey got: “Zimanê ku di destûra 2005an de hatiye bikaranîn, dibe ku bi awayekî cuda were şîrovekirin, lê belê bi zelalî cudahiyê dixe navbera wan bîrên petrolê yên wê demê hebûn û hikûmeta Iraqê desthilata temam a rêvebirina wan heye, ligel wan bîrên nû ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê têde xwedan roleke hevbeş e.”
Pisporê enerjiyê li Ofîsa Istixbarat û Lêkolînê ya Wezareta Derve ya Amerîkayê Mattieu Amitrano jî di korbendê de da xuyakirin, biryara Dadgeha Federal a Iraqê dê nîgeranî û dudiliya kompaniyên biyanî li ser weberhênana di kêlgehên petrolê yên Herêma Kurdistanê de zêdetir bike.
Amitrano got, “Bi nêrîna min e ev yek girêdayî qebareya kompanyayan û rêjeya sermayeya wan e, ku dibe sedem bîgeraniya wan derbarê biryara Dadgeha Federal a Iraqê de zêde bibe. Ji bo kompanyayeke biçûk ku bi pereyeke zêde weberhênan kiribe û li cihên din ên cîhanê xwedî sermaye nebe, ev biryar dê gelek cihê dilgiraniyê be.”
Wî pisporê Amerîkî diyar jî kir ku sedemeke dijayetîkirina siyaseta petrol û gazê ya Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve ev e ku hikûmeta Iraqê li dijî wê ye kompanyayên biyanî weberhênan di sektora petrol û gazê ya Iraqê de nekin. Ev ne tiştekî nû ye lê bingeheke wê heye.
Mattieu Amitrano amaje bi wê yekê dike, dema mirov li qonaxa di navbera salên 1927 û 1972an de dinihêre, wê demê petrola Iraqê bû niştimanî, berpirsên Iraqê hest kirin ew hatine xapandin û beşeke berçav a dahatê nagihe wan.
Herdu beşdarên korbendê li ser wê yekê hemfikir bûn ku tevî astengiyan, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hinardekirina nêzîkî nîv milyon bermîlên petrolê di rojekê d serkeftineke baş bi dest xistiye û pêwîst e Amerîka di rêya peywendiyên ligel Hewlêr û Bexdayê de, rê nede pirsgirêk bibin sedema qutbûna petrolê di bazarên cîhanê de.