Ji ber ala Kurdistanê êrîş li ser Necmedîn Kerîm tê kirin

Ji ber daxwaza parêzgarê Kerkûkê ya ji saziyên fermî bo bilind kirina ala Kurdistanê li hemû saziyên fermî yên Kerkûkê êrîş li ser wî tê kirin.

17.03.2017, Cum - 12:44

Ji ber ala Kurdistanê êrîş li ser Necmedîn Kerîm tê kirin
Nuçe Belav bike

Serokê kutleya Mustqîlun a li parlamentoya Iraqê Sadiq Leban, li hember bilind kirina ala Kurdistanê, daxwaza helwêst nîşandanê ji serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm kir.

Sadiq Leban daxwaz ji hikûmeta Iraqê kiriye ku, bilez bawerî ji parêzgerê Kerkûkê Necmedîn Kerîm bê vergirtin û fermana cemidandina wî biryara wî ya li encûmena parêzgeha Kerkûkê kiribû bê dayîn.

Berî naha Necmedîn Kerîm bi nivîskî daxwaz ji encûmena parêzgeha Kerkûkê kir, ku biryar bidin ala Kurdistanê di hemû saziyên fermî yên Kerkûkê de li gel ala Iraqê ala Kurdistanê jî bê bilind kirin.

Ew daxwaza Necmedîn Kerîm di hemwelatiyên Kurd de bû cîhê keyxweşiyê û di torên civakî de wek biryareke bi wêrek û kurdî hat pênase kirin û destxweşî lê hate kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1437 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:28:33
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x