Ji ber şerê Tirkiyê û PKKê 600 gund vala bûne

Rêxistina Avakirina Aştiyê ya Navneteweyî (CPT) eşkerekir ku, ji bilî canjidestdana zêdetirî bi sedan kesan, ji ber şerê Tirkiyê û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di nav xaka Herêma Kurdistanê de, nêzikî 600 gund hatine valakirin.

13.05.2022, Cum - 10:06

Ji ber şerê Tirkiyê û PKKê 600 gund vala bûne
Nuçe Belav bike

Li gorî Biryarderê Komîteya Navxwe ku ragihandiye, Ewlehî û Encûmena Xwecihî ya Parlamentoya Kurdistanê Hîkmet Mihemed gotiye, “Niştecihên Herêma Kurdistanê bi tundî ji ber şer ziyan dîtine.”

Hîkmet Mihemed behsa şerê Tirkiyê û PKKê di nav xaka Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re anî ziman, "Ji ber vî şerî bi sedan gund li parêzgehên Duhok û Hewlêrê vala bûne û ziyaneke mezin a darayî û canî gihîştiye xelkê Herêma Kurdistanê. Her wiha çend gundên Xirîstiyanan jî vala bûne.”

Li gor zanyariyên agayîyên berdest, nêzîkî 600 gund li sînorê parêzgeha Duhok û Hewlêrê vala bûne.

Tê zanîn ku ku li parêzgeha Duhokê 380 gund vala bûne ku ji wan 250 gund li navçeya Amêdiyê, 47 gund li Zaxoyê, 24 gund li Akrê ne, her wiha di navbera salên 2018-2022an de 30 gund vala bûne û 8 gund jî di navbera salên 2021-2022an de ji ber şer vala bûne.

Her wiha li parêzgeha Hewlêrê jî di 30 salên bihurî de 212 gund ji ber şerê Tirkiyê û PKKê vala bûne ku 118 gund li Biradost, 65 gund li Barzan, 24 gund li devera Balekayetî û 5 gund jî li Rewandizê ne.

Roja 29ê Hezîrana 2020an, Parlamentoya Kurdistanê çend lijne erkdar kirin ku rewşa navçeyên sînorî yên Hewlêr, Duhok û Silêmaniyê bişopînin û ziyanên topbaran û bombebaranên Tirkiyê û Îranê diyar bikin. Lijneyan serdana navçeyên cuda yên ser bi parêzgehên Hewlêr, Silêmanî, Helebce, Duhok û Şingalê kirin.

Komîteyan raporên xwe temam kirin û diyar kirin ku Tirkiye 15 kîlometreyan hatiye nav axa Başûrê Kurdistanê û ji ber tirsa şer zêdetirî 500 gund vala bûne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 891 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:28:56
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x