Ji bo vegerandina cenazeyên 17 Pêşmergeyên li Hewîceyê şehîd bûne xebat didomin

Hejmarek rewşenbîr, nivîskar û parêzerên Kerkûkê ji bo vegerandina termên wan Pêşmergeyên ku li Hewîce ji aliyê DAIŞê ve şehîd bûne, civîneke rojnamevaniyê lidar xistin û daxwaza alîkariyê ji aliyên peywendîdar kirin.

13.06.2022, Pts - 11:26

Ji bo vegerandina cenazeyên 17 Pêşmergeyên li Hewîceyê şehîd bûne xebat didomin
Nuçe Belav bike

Roja duşemê 13.6.2022 li bajarê Kerkûkê piştî anîna termên wan girtiyên ku ji aliyê terorîstên DAIŞê ve li Hewîceyê şehîd bûne, hejmarek rewşenbîr, nivîskar û hiqûqnas civîneke çapemeniyê li dar xistin û tê de gotin: "Em ê bişopînin da ku cihê cenazeyên şehîdan diyar bibin. Pêşmergeyan vegerînin Kurdistanê.”

Herwiha di berdewamiya daxuyaniyê jî de hat gotin: "Ji aliyê yasayî ve, em bi niyaz in ku bi rêya dadgehên Iraqê vekolînê li ser vê dosyayê bikin û tawanbaran radestî dadgehê bikin.Em daxwazê ​​ji Neteweyên Yekbûyî dikin ku biçe ser xetê da ku em bi hev re ligel malbatên şehîdên Pêşmerge, aliyên siyasî û hemû aliyên pêwendîdar vê erkê bi cih bînin."

Herwiha hat gotin: "Em ê bi rêxistina UNITADê ya kolandina gorên komî ya Encumena Ewlekariyê ya NY re têkilî daynin da ku werin û vê dozê belge bikin û wê wekî tawanek cîhanî li dijî DAIŞê nas bikin.’’

Di berdewamiya axaftinê jî de wiha hat gotin: “Em dixwazin qerebûkirina malbatên pêşmergeyên şehîd bi vegerandina cenazeyên wan bo Kurdistanê bidin.

Hêjayî gotinê ye ku çend roj berê medyayên Iraqê belav kiribûn ku hêzên Iraqî serkirdeyekî DAIŞê desteser kirine û piştî lêkolînan li gel wî îtiraf li şehîdbûna wan 17 Pêşmergeyan kirine ku beriya niha ji aliyê DAIŞê ve hatibûn girtin.’’

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 611 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:54:10
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x