Ji Jikûmeta Kurdistanê bo êrişa Misrê şermezarî

Hikûmeta Herêma Kurdistanê êrîşa li nîvgirava Sînayê ya Misirê ku bi ser mizgeftekê de hatibû kirin û bi qasî 235 kesan tê de can dabû, şermezar kir.

25.11.2017, Cts - 06:40

Ji Jikûmeta Kurdistanê bo êrişa Misrê şermezarî
Nuçe Belav bike

Malpera fermî ya Herêma Kurdistanê bi navê Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşa roja Înê 24'ê Mijdarê ya li Misirê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de êrîşa li Misirê wek tawaneke hovane hat binavkirin, serxweşî û hevxemiya Hikûmet û gelê Herêma Kurdistanê bo kesûkarên qurbaniyan û gel û hikûmeta Misirê hat nîşandan û hêviya başbûnê ji bo birîndaran hat xwestin.

Roja înê 24'ê Mijdara 2017'ê di dema nimêja înê de, êrişek bo ser mizgevtekê li gundê Rewza, ku dikeve 40 kîlometriya rojavayê bajarê Erîş a navenda parêzgeha Bakurê Sînayê, hat kirin û di encamê de 235 kes hatin kuştin û 125 kesên din jî birîndar bûn.

Êrîşa bombeyî dema nimêja înê li mizgefta gundê Rewza yê 40 kîlometre dikeve rojavayê bajarê Erîş ê navenda parêzgeha Bakurê Sînayê hatibû kirin û 235 kesan can dabû, 125 kes jî birîndar bûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 969 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:17:54
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x