Ji Parlementoya Iraqê tevgerandinek xeter!

Komek parlamenterên li Parlamentoya Iraqê ji bo hilweşandina Encûmena Parêzgeha Kerkûkê dest bi komkirina îmzeyan kirine û dixwazin li bajêr “Rewşa Awarte” ragihînin. Serkêşiya vê helmetê jî parlamenterê tirkmen Niyazî Mîmar Oglu dike.

16.09.2017, Cts - 09:26

Ji Parlementoya Iraqê tevgerandinek xeter!
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeya ku malpera fermî ya Rûdawê de cih digire tê gotin ku Serokê Fraksiyona Komela Îslamî li Parlamentoya Iraqê Ehmed Hecî Reşîd ji Rûdawê re ragihand: “Ji bo hilweşandina Encûmena Parêzgeha Kerkûkê hejmareke zêde ya îmzeyan hatiye komkirin. Biryarderê Parlamentoya Iraqê û parlamenterê tirkmen ê Encûmena Bilind a Îslamî Niyazî Mîmar Oglu jî serkêşiya komkirina îmzeyan dike.”

Di domkirina axaftina xwe de Hecî Reşîd tekez kir, ku parlamenterên kurd bi hemû awayî li dijî vê helmetê ne û got: “Ti hênceteke yasayî ji bo vî karî nîne. Ew dixwazin bi hilweşandina encûmenê li Kerkûkê rewşa awarte rabigihînin, ku ev jî pir xeter e!”

Hêjayê gotinê ye, ku Parlamentoya Iraqê li dijî biryara giştpirsiya Başûrê Kurdistanê deng da û herwiha paşî biryara dûrxistina Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm da.

rûdaw
Vî nûçeyê tevayî: 1235 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:53:26
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x