Karsazê Kurd ji bo erdhejê 400 hezar dolar alîkarî da

Karsazê Kurd Resen Xoşnav 400 hezar dolar alîkarî da kesên ku di erdheja Mereşê de zirar dîtine.

10.02.2023, Cum - 07:27

Karsazê Kurd ji bo erdhejê 400 hezar dolar alîkarî da
Nuçe Belav bike

Alîkariyên madî yê ji bo herêma erdhejê dewam dike, Haluk Levent alîkariyên ku di bin komeleya AHBABê de berhev dikin li ser medyaya civakî weşand.

Karsazê Kurd ê ji Hewlêrê Resen Xosnav ji bo zirarmendên erdhejê 400 hezar dolar (7,5 milyon TL) alîkarî kir.

Resen Xoşnav di sektorên wekî avahîsazî, bazarkarî û dîstrîbutoriyê de kar dike.

Roja 6ê Sibata 2023an du erdhejên bi pileyên 7.6 û 7.7 10 parêzgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê, her wiha Rojavayê Kurdistanê Sûriye hejand û li wan deveran bû sedema mirin û birîndarbûna bi hezaran kesan.

Cîgirê Serokkomarê Tirkiyê Fuat Oktay 9ê Sibatê ragihand, ku 17 hezar û 674 kesan canê xwe ji dest dane û 72 hezar û 879 kes jî birîndar bûne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 295 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:13:20
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x