Kerîm: Kurdistan ji hemû tiştan pîroztir e

Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm di festîvala Roja Ala Kurdistanê de got; “Kurdistan li ser kes, partî, rêxistin û hemû tiştekê ye, erkê ser milê me ye ku biparêzin.”

18.12.2016, Paz - 13:58

Kerîm: Kurdistan ji hemû tiştan pîroztir e
Nuçe Belav bike

Îro li bajarê Kerkûkê li ser asta xwendina kurdî, bi boneya Roja Ala Kurdistanê festîvalek hate sazkirin. Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm di festîvalê de axavtinek kir û got; “Parastina vê alê, berkirina cilên kurdî ku weke cilûbergên pêşmerge tên zanîn, pir giring e. Eger em yekgirtî nebin û ji bo berjewendiya gelê xwe, berjewendiyên siyasî û hizbî nedanin aliyekê em ê nekarin van rûmetan biparêzin ku îro di bin metirsiyê de ne.”

Necmedîn Kerîm ji xwendekaran xwest, ku her dem ji bo berjewendiya Kurdistanê kar bikin û got; “Divê herdem Kurdistan di bîra me de be. Kurdistan li ser kes, partî, rêxistin û hemû tiştekê ye. Ji hemû tiştan pîroztir e. erkê ser milê me ye ku biparêzin.”

Mizgîniya mamostayan

Parêzgarê Kerkûkê di dema axaftina xwe de mizgîniyek jî da mamostayên dibistanên kurdî û wiha berdewam kir:

“Me ligel Yekîtiya Mamostayan û nûnerên mamostayan hevdîtin pêk anîn. Em zehmetiya we dibînin. Mamostayên Kerkûkê herdem selmandine, ku ew berjewendiyên welat li ser berjewendiyên şexsî digrin. Ji ber vê jî em hewl didin di rojên dawiya sedsalê de weke diyarî alîkariyekê bidin mamostayan.”

Ji destpêka meha Cotmehê ve beşek ji mamostayên Silêmanî, Helebce û herwiha navçeyên Raperîn û Germiyanê, ji ber sîstema paşketina meaşan naçin dibistanan û pêvajoya xwendinê boykot dikin.

Li Kerkûkê zêdetirî 450 dibistanên kurdî hene û di van dibistanan de 8 hezar mamosta waneyan didin zêdetirî 100 hezar xwendekaran. Mamostayên Kerkûkê meaşên xwe ji hikûmeta Herêma Kurdistanê digrin.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 1357 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:26:29
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x