Koçberiya ne yasayî li Herêma Kurdistanê kêm bûye

Li gorî sê salên borî, koçberiya neyasayî ya ji Herêma Kurdistanê ber bi welatên Ewropayê gelekî kêm bûye.

11.01.2024, Per - 11:24

Koçberiya ne yasayî li Herêma Kurdistanê kêm bûye
Nuçe Belav bike

Tora Hevahengiya Rêxistinên Civaka Sivîl diyar kir, rewşa xirab a aborî li Ewropayê, zehmetî û metirsiya rêyan û jiyana dijwar a penaberên neyasayî, herwiha şerê Rûsya û Ukraynayê, bûne sedema kêmbûna koçberiya neyasayî.

Di van salên dawî de hejmara herî zêde ya koçberên neyasayî yên ku ji Herêma Kurdistanê koçî Ewropayê kirine, li herêma Raperînê bû. Piştî ku gihîştin Ewropayê, hinek ji wan poşman bûn û dîtin ku Ewropa ne wek ku wan xeyal dikir bû.

Hêdî Hesen ku xelkê bajarê Ranya ye, piştî derbaskirina salekê li Ewropayê, biryar da ku vegere û niha ew li Ranyayê dijî.

Hêdî Hesen ji K24ê re got: “Heya ku hûn wê bi çavên xwe nebînin, hûn nizanin ku Ewropa ne wek ku hûn ji dûr ve lê dinêrin e.”

Penaberekî din Omêd Mihemed, piştî 15 salan li Norwêcê, meha borî bo Herêma Kurdistanê hat dîportkirin. Ew dibêje: “Ez di sala 2008’an de çûm Norwêcê û di sala 2023’an de hatim dersînorkirin ji bo Bexdayê, ji ber ku di derbarê doza min de tênegihîştinek çênebû. Yasaya wî welatî rê neda ez zêdetir li wî welatî bimînin.”

Zehmetiya rêyên koçberiyê, sextekariya qaçaxçiyan, rewşa nebaş a penaberan, têkçûna rewşa aborî li welatên Ewropayê, nedana mafê penaberiyê û gelek faktorên din ên navxweyî, bûne sedema kêmbûna koçberiya neyasayî ji Herêma Kurdistanê ber bi welatên Ewropayê di sala borî de.

Berpirsê Komeleya Ewropî ya Penaberan li Herêma Kurdistanê Bekir Elî ji K24ê re ragihand; “Em bi nûneratiyên xwe yên li welatên Ewropayê re timî di nava têkiliyê de ne, em dizanin ku penaber di nava şert û mercên zehmet de dijîn, lê heta ku negihin wan welatan, ew nizanin ku rewş çawa ye û piştre poşman dibin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 246 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:21:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x