Li derdora Mexmûrê xendek tên kolandin

Artêşa Iraqê li derdora Kampa Mexmûrê ku 3 roj berê dorpêç kiribû dest bi kolandina xendekan kir.

24.05.2023, Çar - 05:51

Li derdora Mexmûrê xendek tên kolandin
Nuçe Belav bike

Qeymeqamê Mexmûrê Rizgar Mihemed ji Rûdawê rê exivî û diyar kir ku artêşa Iraqê li derdora Kampa Mexmûrê ji demjimêrên sibê ve dest bi kolandina xendeqan kiriye.

Rizgar Mihemed got “Bi ti awayî têkiliya vê biryarê bi qeymeqamtiya Mexmûrê re nîne. Biryar hat dayîn ku Mexmûr bikeve bin kontrola Iraqê û ala Iraqê jî li Mexmûrê were daliqandin. Lewma pêvajoya kolandina xendeqan ji aliyê Fermandariya Operasyona Nînovayê ve tê meşandin.”

Çi bûbû?

Şandeke Hikûmeta Iraqê tevî hêzên ewlehiyê di 20 Gulanê de serdana Kampa Mexmûrê kiribûn û bi berpirsên kampê re civiyabûn. Şandeyê 4 merc pêşkêşî rayedaran kiribûn û 3 demjimêr dem dabûn wan ku bersivê bidin.

Cîgirê Serokê Rêxistina Qereçûx a Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Reşad Gelalî ji Rûdawê re ragihand, hêzên ewlehiyê derdora kampê dorpêç kirine.

Gelalî got, “Şanda Hikûmeta Iraqê 4 şert pêşkêşî rêveberiya kampê kirin. Ev jî; derdora kampê bi têlan were girtin û ewlekarî ji aliyê leşker û polîsan ve were parastin, ketin û derketina kampê bi rêyekê were dabînkirin, rê bi bendên beton werin girtin û polîsên herêmê vegerin kampê.”

Reşad Gelalî da zanîn ku şêniyên kampê vê rewşê qebûl nakin û li ber kampê xwepêşandanek hat lidarxistin.

Kampa Mexmûrê

Li Kampa Mexmûrê ku di sala 1998an de ji aliyê Kurdên Bakurê Kurdistanê ve hat avakirin, nêzî 10 hezar kes dijîn û piraniya wan ji ber ku gundên wan di salên 1990an de hatin şewitandin û di bin zextên dewletê de bûn, ji Şirnexê û Colemêrgê koçber bûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 429 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:15:39
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x