Li Dihokê bombebaran: Kuştî hene

Gundê Kafyayê yê qezaya Dînarteyê ya Dihokê hat bombebarankirin.

21.02.2024, Çar - 06:46

Li Dihokê bombebaran: Kuştî hene
Nuçe Belav bike

Li gorî zanyariyên destpêkê di bombebaranê de 2 kesan canê xwe ji dest da.

Li gorî agahiyên nûçegihanê Rûdawê, beriya niha gund hatibû valakirin lê malbateke ku li wê deverê zevî û baxçe hebûn, îro vegeriya gund.

Di êrişê ji heman malbatê 2 kesan canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

Navên kesên ku di bomberbaranê de canê xwe ji dest daye Beşîr Umer û Arif Taha ne û temenê wan di ser 50 salî re ne.

Tirkiyeyê gund bombebaran kir

Qaymeqamê nahiyeya Dînarteyê Serbest Sebrî ragihand ku ew bombebaran ji aliyê balafirên şer ên Tirkiyeyê ve hatiye kirin.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 246 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:45:40
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x