Li gundekî Kurdên Şebek teqîn: 3 zarokan canê xwe ji dest dan

Li gundekî Kurdên Şebek di teqîna hawanekê de 3 zarokan canê xwe ji dest dan û yek jî birîndar bû.

17.12.2022, Cts - 16:00

Li gundekî Kurdên Şebek teqîn: 3 zarokan canê xwe ji dest dan
Nuçe Belav bike

Cîgirê Parêzgarê Neynewayê Rifat Simo ragihand, roja Înê li gundê Omerqapçî yê ser bi nahyeya Başîk a Neynewayê ku şêniyê wê Kurdên Şebek in, çend zarokan bi paşmayên DAIŞê dilîstine û di encama teqîna hawanê de 3 zarokan canê xwe ji dest dane û zarokekî din jî bi giranî birîndar bûye.

Cîgirê Parêzgarê Neynewayê Rifat Simo diyar kir ku ji ber barana zêde ew teqemenî li geliyê gund derketiye holê. Zarokan kevir avêtine û di encamê de teqiyaye. Îro li gund şîn hatiye danîn.

Li bakur û rojhilatê Neynewayê nêzî 57 gundên Kurdên Şebek hene. Piraniya wan li nahyeya Başîk a navçeya navendî ya Mûsilê û navçeya Bertle ya navçeya Hemdaniyê ya parêzgeha Neynewayê ne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 635 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:29:54
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x