Li Helebceyê teqe li hêzên asayîşê hat kirin

Karmendekî asayîşê canê xwe ji dest da.

29.07.2023, Cts - 08:50

Li Helebceyê teqe li hêzên asayîşê hat kirin
Nuçe Belav bike

Hejmarek motosiwaran li Helebceyê teqe li hêzên asayîşê kirin û karmendekî asayîşê canê xwe ji dest da.

Jêderekî ji Kurdistan24ê re diyar kir, şeva borî hêzên asayîşê wek şevên din mefrezeyên xwe di nav bajarê Helebceyê de belav kiribûn, mefrezeyekî asayîşê ji motorsiwaran daxwaza rawestan û pişkinînê kiriye, lê wan teqe li hêzên asayîşê kirine.

Heman jêder eşkere kir, karmendekî asayîşê yê bi navê Soran Celal Elî Şaweysî birîndar bûye, piştî çend saetan, ji ber giraniya birîna xwe canê xwe ji dest daye.

Karmendê asayîşê ku hatiye kuştin, xelkê Seyîdsadiq e û zewicî ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 353 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:21:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x