Li hemû dibistanên Kurdistanê dê ji bo şehîdan deqîqeyekê rêz were girtin

Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku sibe li hemû saziyên perwerdeyê yên fermî û taybet ji bo bîranîna şehîdên êrişa Îranê ya li Hewlêrê dê deqîqeyekê rêz were girtin.

20.01.2024, Cts - 17:57

Li hemû dibistanên Kurdistanê dê ji bo şehîdan deqîqeyekê rêz were girtin
Nuçe Belav bike

Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de ragihand ku ji bo şermezarkirina êrişa 15ê Kanûna Paşînê ya li Hewlêrê, ji bo bîranîna şehîdan berî destpêkirina dersa yekem li hemû dibistanan merasîmek tê lidarxistin.

Di daxuyaniya Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê hat gotin:

“Sibe dê rêveberên hemû saziyên perwerdeyê li ser vê zilm û sûcê mirovahiyê ku tu hincet jê re nînin, axaftinekê bikin û li ser îradeya bilind a Kurdistanê û peyama aştiyê were axivîn.

Bi armanca şermezarkirina êrişa Îranê ya li Hewlêrê û bibîranîna giyanê pak ê şehîdan, dê sirûda Ey Reqîb were xwendin û berî destpêkirina dersê deqîqeyekê rêz were girtin.”

Şeva 15ê Kanûna Paşînê saet 23:30ê Supaya Pasdaran a Îranê bi 11 mûşekên balîstîk êrişî Hewlêra paytext kir û 5 mûşek li mala karsazê Kurd Pêşrew Dizeyî ketin.

Di êrişê de ji bilî Pêşrew Dizeyî keça wî ya 11 mehî Jîne, mêvanê wî karsazê Îraqî Kerem Mîxayîl û karmenda wî ya welatiya Fîlîpînê şehîd ketin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 202 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:42:19
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x