Îro 13.06.2022yê rêveberiya polîsê parêzgeha Hewlêrê bi daxuyaniyekî li ser tora xwe ya civakî facebookê ragehand: Beşa polîsê navbajêr / Rojhilat, binkeyê polîsê Badawa 2 tometbarên bi navên X.Ê.R û G.Ê.Ê bi tometa nivişt çêkirin û xapandina jinan girtine binçavan.
Herwaha hat ragehandin, tometbarên amaje pê hatine kirin, bi biryara dadwerê lêkolînê û li gor madeya 456 a yasaya ceza hatine girtin.