Li Kurdistan Partiyên Siyasî dicivin

Hat ragihandin ku li Herêma Kurdistan di van rojên pêşiyame jibo nirxandina geşedanên dawî ku li herêmê diqewimin partiyên Siyasî wê kom bibin.

23.11.2017, Per - 06:30

Li Kurdistan Partiyên Siyasî dicivin
Nuçe Belav bike

Biryare di rojên bê d li ser pêwendiyên li gel Iraqê, pirsa bûdce û hikumeta rizgariya niştimanî civîneke pênc alî di navbera PDK, YNK, Goran, Komel û Yekgirtû were pêkanîn.

Rawêjkarê Polîtburoya siyasî ya PDK Arif Rûşdî ragihand ku, ew pêşnyara hatîkirin bo civîna pêncalî PDK jî amade ye bo danûstandinê re lewma tê pêşbînî kirin di rojên bê de civîn were lidarxistin.

Rawêjkarê Polîtburoya siyasî ya PDK Arif Rûşdî da zanîn ku, pêwîste di vê qonaxa giring de hemû partî bi hevre bin.

Herwiha Berdevkê Partiya Sosyalîsta Demokratî ya Kurdistanê Bextyar Kerîm jî ragihand ku, daxwaz bo pêkanîna civîneke pêncalî hate kirin, di nerîna me de ya herî baş ewe ku, hilbijartin werin kirin û piştî wê hikumet were pêkanîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1326 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:26:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x