Li Qeretepe şivanekî kurd ji aliyê DAIŞê ve hat revandin

Şivanekî kurd ê gundeke Qeretepe ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hate revandin.

17.09.2022, Cts - 12:27

Li Qeretepe şivanekî kurd ji aliyê DAIŞê ve hat revandin
Nuçe Belav bike

Kurmamê wî şivanê ku DAIŞê revandî Ehmed Mistefa ragehand: Şeva borî DAIŞê pêwendî li gel me çêkir û em agahdar kirin ku eger pareyekî zêde bidin wan dê kurê wan azad bikin.

Ehmed Mistefa ku kurmamê wê şivanê hatî revandin ê gundê Narîn a ser bi Qeretepe ya ser bi Xaneqînê ji BasNewsê re ragehand: Kurmamê wî yê bi navê Sebah Nûrî Reşîd dayîkbûyê sala 1998ê ye û şivan e. Roja 05.09.2022yê ji aliyê çekdarên DAIŞê hatiye revandin û şeva borî çekdarên DAIŞê pêwendî li gel me çêkirin û ji bavê wî Sebah re ragehandin eger tu dixwazî kurê te bi zindî vegere divê ew pareyê ku em dixwazin bo me amade bike û piştî çend rojên din emê dîsa pêwendî li gel te bikin.’’

Herwaha got: ‘’Sebah Nûrî ji malbatekî PDKyiye û xwedî xizmetin. Naha malbata wan rûniştvanên gundê Narîn a ser bi nahyeya Qeretepe ne û rewşa wan a darayî jî xirabe. Nikarin wî pareyê ku DAIŞ dixwaze amade bike. Ji ber wê jî em daxwazê ji rêveberiya Herêma Kurdistanê dikin bi hewara wî malbatê ve biçin û alîkar bin, ku zarokê xwe bi zindî vegerînin.

Basnews
Vî nûçeyê tevayî: 272 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:24:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x