Li ser daxwaza Serok Barzanî qurbaniyên Kerkûkê dê weke şehîd bêne qebûlkirin

4 Kurdên ku duh di encama gulebarana hêzên ewlehiyê yên Îraqê de li Kerkûkê jiyana xwe ji dest da, dê weke şehîd bên qebûlkirin.

03.09.2023, Paz - 20:57

Li ser daxwaza Serok Barzanî qurbaniyên Kerkûkê dê weke şehîd bêne qebûlkirin
Nuçe Belav bike

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramî derbarê mijarê de daxuyanî da.

Pêşewa Hewramî ragihand ku li ser daxwaza Serok Mesûd Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ferman da Wezareta Şehîdan û Enfakiriyan ku serederiya şehîdan bi qurbaniyên bûyerên duh ên Kerkûkê were kirin.

Hewramî herwiha eşkere kir ku kesên di xwepêşandanan de birîndar bûne dê ji bo çareserkirina wan her cure alîkarî were kirin.

Duh li Kerkûkê hêzên ewlehiyê yên Îraqê gule li xwepêşanderên Kurd reşandibû.

Di encamê de Hawkar Ebdullah, Heval Star Seîd, Samed Mihemed Ramazan û Husên Sabir ji yana xwe ji dest daa û 15 kesên din jî birîndar bûn.

Li Kerkûkê çi bûbû?

Artêşa Iraqê û hêzên Heşdî Şeibî di 16ê Cotmeha 2017an de derbasî bajarê Kerkûkê bûbûn.

Artêşa Iraqê û hêzên Heşdî Şeibî avahiya Partiya Demokrata Kurdistanê vala kir û avahiyê kirin navenda Fermandeya Operasyonê.

Li parêzgehên Îraqê û Kerkûkê dê 18ê Kanûna Pêşîn hilbijartinên encumenên parêzgehan bên lidarxistin.

Beriya hilbijartinan Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şîya Sûdanî ferman dabû ku avahî careke din radestî PDKyê were kirin.

Piştî vê biryarê, roja 25ê Tebaxê komek alîgirên Heşdî Şeibî û Erebên ku ji derve anîbûn li ber avahiyê kon vedabûn û rêya Kerkûk-Hewlêrê ji trafîkê re girtibûn.

Piştî vê rewşê, doh Kurd li herêma Rehîmawa ya Kerkûkê kom bûn û xwepêşandanek li dar xistin û xwestin ku rêya Hewlêr-Kerkûkê bê vekirin.

Dema ku xwepêşanderên Kurd nêzîkî devera ku çalakvanan berê rê lê girtibûn bûn, hêzên ewlehiyê gule li wan reşandin.

Polîsê Kerkûkê ragihand ku heta niha 4 kesan canê xwe ji dest daye û 15 kes jî birîndar bûne.

Berdevkê Polîsê Kerkûkê Amir Şiwanî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku rêya Hewlêr û Kerkûkê jî bi fermî hatiye vekirin û hemû kelûpelên ku rê pê girtibûn hatin rakirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 276 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:59:40
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x