Li Silêmaniyê pevçûn: Kuştî û birîndar hene

Li Silêmaniyê di navbera polîsan û tohmebarekî de pevçûna bi çekan rû da.

22.01.2024, Pts - 06:07

Li Silêmaniyê pevçûn: Kuştî û birîndar hene
Nuçe Belav bike

Di vê pevçûnê de polîsekî cane xwe ji dest da, welatiyek û polîsek jî birîndar in.

Li gorî nûçeya ku di ajansa Rudaw'ê de cih girtiye tê zanîn ku polîsan ji bo desteserkirina tohmetbarekî li Taxa Pîremerdê ya Silêmaniyê bi ser otelekê de girtiye lê wî tohmetbarî gule li polîsan reşandine û reviyaye.

Navê polîsê ku cane xwe ji dest daye Rizgar Ehmed e û ew 40 salî bûye.

Li gorî agahiyên Horvan Refet, Rizgar Ehmed li nexweşxaneyê cane xwe ji dest daye.

Welatî û polîsê birîndar jî li nexweşxaneyê tên dermankirin.

Li aliyê din, ji bo gumanbar were girtin xebatên polîsan berdewam dikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 263 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:31:24
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x