Li Şingalê 6 dibistanên nû yên zimanê kurdî hatin vekirin

Rêveberê perwerdeya Şingalê ragehand, îsal 30 hezar xwandevanên kurd ên Êzdî dest bi xwandina bi zimanê kurdî kirine û 6 dibistanên nû yên zimanê kurdî jî li Şingalê hatine vekirin.

14.09.2022, Çar - 08:56

Li Şingalê 6 dibistanên nû yên zimanê kurdî hatin vekirin
Nuçe Belav bike

Rêveberê perwerdeya Şingalê ragehand, îsal 30 hezar xwandevanên kurd ên Êzdî dest bi xwandina bi zimanê kurdî kirine û 6 dibistanên nû yên zimanê kurdî jî li Şingalê hatine vekirin. Herwaha got: ‘’Ji wê hejmarê 12 hezar xwandevan navenda qeza Şingalê bi zimanê kurdî dixwînin û 18 hezar xwandevanên din jî di nav kampên koçberên li sînorê parêzgeha Duhokê bi kurdî dixwînin.’’

Rêveberê perwerdeya Şingalê Meyser Hecî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Di kampên koçberan û nav Şingalê de jî, rêjeya wan xwandevanên bi zimanê kurdî dixwînin zêde bûye. Îsal 30 hezar xwandevan li navenda Şingalê û nav kampên koçberan bi zimanê kurdî dixwînin û sal bo salê ew rêje zêde dibe û xelk zarokên xwe dişînin bo xwandina zimanê kurdî. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî berdewam piştevanî û alîkariya perwerdeya Şingalê kiriye û îsal jî pirtûk û pêdiviyên xwandevanên dibistanên ser bi perwerdeya Şingalê dabîn kiriye.’’

Meyser Hecî got: ‘’Ji bo xwandina îsal kêmasî di mamostayên wanebêj ên bi zimanê kurdî nemaye. 95 dibistanên zimanê kurdî nav Şingal û nav kampên kurdên Êzdî yên li parêzgeha Duhokê hene û ji wê hejmarê jî 6 dibistanên nû li navenda qeza Şingalê hatien vekirin.’’

Basnews
Vî nûçeyê tevayî: 322 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:59:31
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x