Mesrûr Barzanî: Bila Amerîka bi pêşmergeyên Rojava re kar bike

Di raporta NewYork Timesê de behsa serdana vê dawiyê ya Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî hatiye kirin û hatiye ragihandin, Mesrûr Barzanî ji berpirsên Amerîka xwastibû li Sûriyê di şerê DAIŞê de bi hêzên Pêşmerge yên Kurdistana Rojava re kar bikin çimkî ew hêz tekane hêza bi bandor û pirr alî ye û dikare aloziya siyasî ya li wê deverê vemirîne û aliyên siyasî nêzîkî hev bike.

19.01.2017, Per - 13:16

Mesrûr Barzanî: Bila Amerîka bi pêşmergeyên Rojava re kar bike
Nuçe Belav bike

Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî daxwaz ji Amerîka kiriye li Sûriyê di şerê DAIŞê de bi hêzên Pêşmerge yên Rojava re kar bike çimkî ew hêz “tekane hêza bi bandor û pirr alî ye”.

Rojnameya NewYork Times, di raportekê de behsa tengaviya Amerîka di alîkarîkirina YPGê de kiriye û ragihandiye, rêveberiya Obama bi alîkarîkirina xwe tûşî kêşeyek mezin kiriye û niha jî ew mijar radestî rêveberiya nû ya Amerîka bi serokatiya Donald Trump kiriye.Wê rojnamê daye zanîn ku karkirina Amerîka bi YPGê re bûye sebeba wê ku Amerîka li hember Tirkiyê tengav bibe çimkî Tirkiyê YPGê “terorîst” dibîne û dibêje YPG qanatê PKKê li Sûriyê ye.

Di raporta NewYork Timesê de behsa serdana vê dawiyê ya Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî hatiye kirin û hatiye ragihandin, Mesrûr Barzanî ji berpirsên Amerîka xwastibû li Sûriyê di şerê DAIŞê de bi hêzên Pêşmerge yên Kurdistana Rojava re kar bikin çimkî ew hêz tekane hêza bi bandor û pirr alî ye û dikare aloziya siyasî ya li wê deverê vemirîne û aliyên siyasî nêzîkî hev bike.Pêşmergeyên Rojava ku bi navê “Pêşmergeyên Roj” tên nasîn, li Kurdistana Başûr hatine perwerdekirin û di bin çavdêriya Wezareta Pêşmerge de ne. Hejmara wan derdora 3300 kesî ye û PYD nahêle derbasî Rojava bibin.

Pêşmergeyên Roj di şerê DAIŞê de alîkariyê didin Pêşmerge û heta niha gelek ji wan şehîd bûne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1434 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:47:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x