Mesrûr Barzanî: Em dê mafên rewa yên jinan biparêzin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got, “Em dê li Herêma Kurdistanê tim û tim mafên rewa yên jinan biparêzin.”

31.10.2023, Sal - 12:32

Mesrûr Barzanî: Em dê mafên rewa yên jinan biparêzin
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, beşdarî merasîma salvegera derçûna “Biryara 1325”ê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bû.

Biryara 1325ê ji bo parastina jinên li heremên şer e û Serokwezîr Barzanî da zanîn ku ew pabendî vê biryarê ne.

“Pêwîst e grûpên çekdar ji Şingalê derkevin”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di vê merasîmê de bal kişand ser rewşa jinên ku ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin û got:

“Ji bo bicihkirina Rêkeftina Şingalê û vegera xelkê Şingalê pêwîst e grûpên çekdar ên neyasayî ji Şingalê derkevin.

Mesrûr Barzanî herwiha da ragihand ku “Dê hewlên ji bo rizgarkirina jinên Êzdî yên ku hatine revandin berdewam bikin.”

Mesrûr Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir, “Em dê li Herêma Kurdistanê tim û tim mafên rewa yên jinan biparêzin” û got:

“Jinên Kurdistanê di dîroka gelê me de tim bûne xwediyên roleke diyar û pêşeng.

Di qonaxên xebatên rizgariyaziya Kurdistanê rola wan a rêberiyê çêbûye.

Di şoreş û raperînên Kurdan de bandoreke wan a berbiçav çêbûye û em bi vê yekê serbilind in.

Piştî sehildana Adara 1991ê û avakirina Parlamentoya Kurdistanê, rola jinan a di siyaseta Kurdistanê berbiçavtir bûye.

Niha rola jinan a di siyasetê de girîng û diyar e. Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo ku rola jinan di hikûmetê de zêdetir bibe hewl dide.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 687 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:47:16
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x