Mesrûr Barzanî: Gefên li ser Herêma Kurdistanê didomin

Serokwezîr Barzanî got, “Gefên li ser Herêma Kurdistanê neqediyane, tenê xwezaya wan guheriye. Ji ber vê yekê divê xwezaya piştgiryên Amerîkayê jî biguhere.”

09.02.2024, Cum - 06:09

Mesrûr Barzanî: Gefên li ser Herêma Kurdistanê didomin
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bû mêhvanê NBC Newsa Amerîkayî û peyamên girîng dan.

“Pêdiviya me bi piştigiryeke zêdetir heye”

Serokwezîr Barzanî amaje pê da ku gefên li ser Herêma Kurdistanê berdewam dikin û pê de çû:

“Xwezeya gefan guheriye, niha pêdiviya me bi piştigiryeke zêdetir heye.

Pêwîstiya me bi piştigiya aborî, leşkerî û siyasî zêdetir bûye çimkî ev zehmetiyên ku niha li pêşiya me ne, ji yên dema DAIŞê cuda ne.

Em li hêviyê ne ku Amerîka piştgiriyeke zêdetir bide me.”

Mesrûr Barzanî da zanîn ku Amerîkayî tim ji wan re dibêjin, “Em dixwazin Kurdistaneke bihêz bibînin” û berdewam kir:

“Ji bo Herêma Kurdistanê bi hêz bibe divê em ji aliyên aborî, leşkerî û siyasî ve bi hêz bin da ku em karibin xwe li hemberî gefan biparêzin.”

“Ew şiyana me nîne ku em xwe biparêzin”

Barzanî bi bîr anî ku êrişên li Herêma Kurdistanê zêde bûne û diyar kir:

“Demên dawiyê bi mûşek Eu dronan êrişî me hatiye kirin, ew şiyana me nîne ku em xwe biparêzin.

Dema em behsa piştgiriya Amerîkayê dikin, pêdiviya me bi zêdebûna leşkerên Amerîkayê yên li Herêma Kurdistanê nîne.

Pêwîstiya me bi şiyanên zêdetir ên leşkerî ye.

Anku em dixwazin şiyanên leşkerî yên Pêşmerge werin zêdekirin da ku em karibin hem xelkê xwe û hem jî hemû kesên li Herêma Kurdistanê biparêzin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 182 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:24:09
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x