Mesrûr Barzanî aliyên pêwendîdar raspardin lêkolîneke cidî di sedema teqîna gazê de bikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 22 Mijdara 2022an, serperiştiya civîneke taybet bi bûyerên teqînên gaze li Duhok û Silêmaniyê kir û aliyên pêwendîdar raspardin lêkolîneke cidî û hûr derbarê vê cure gazê û aliyên cibicîkar û sedemên van bûyeran de bikin.

22.11.2022, Sal - 10:24

Mesrûr Barzanî aliyên pêwendîdar raspardin lêkolîneke cidî di sedema teqîna gazê de bikin
Nuçe Belav bike

Di destpêka civînê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hevxemiya xwe ji bo malbatên qurbaniyan nîşan da û hêviya başbûnê ji birîndaran re xwast.

Serokwezîr bi rêz û pêzanîneke mezin behsa candîdayî û qurbanîdana Cîgirê Rêveberê Polîsê Hawarhatina Duhokê Raîd Elî Berwarî û hevkarên wî kir ku Ji bo parastina giyanê welatiyan û bi taybet xwendekaran, xwe kirin qurbanî.

Serokwezîr aliyên peywendîdar ên hikûmetê raspardin ku li hemû cihên giştî û taybet ên ku vê sîstema gazê bi kar tînin vekolînin û lêkolîneke cidî û berfireh li ser vê curê gazê, aliyên cîbicîkar û sedemên bûyerên Silêmanî û Duhokê bikin. Heta derketina encamên lêkolînê jî, biryar hat dayîn ku bikaranîna vê sîstemê li wan cihên tên bikaranîn, bê rawestandin.

Ev civîna Serokwezîr Mesûr Barzanî ligel wezîr û berpirsên pêwendîdar piştî wê tê, roja 17ê Mijdarê sîstema gaze ya maleke Silêmaniyê teqiya û di encamê de 15 kesan canê xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar bûn. Her wiha şeva borî jî li bajarê Duhokê tanka gazê ya firinekê teqiya û di encamê de 4 kesan canê xwe ji dest dan û 26 kes jî birîndar bûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 217 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:38:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x