Pirojeya Senterê Bazirganî û Elweya Hevçerx a Akrê li jêr navnîşanê “Armanca me pêşxistina kertê çandinê li Herêma Kurdistanê ye” ji Birêveberiya Giştî ya Weberhênanê ya Dihokê destûrî wergirtiye û ji aliyê kompaniyeke navxweyî ya kertê taybet ve tê bicihanîn.
Pirojeya Elweya Hevçerx a Akrê li ser astê Herêma Kurdistanê û Îraqê elweya duyê ya herî mezin e ku bi gojimê 22 milyon dolaran li ser rûberê 245 hezar metrên ducarkî tê çêkirin û dikeve ser rêya serekî ya Dihok-Akrê.
Çêkirina Elweya Hevçerx a Akrê wekî destpêka şoreşeke nû ya serdemane ya berbazarkirin û embarkirina berhemên çandinê li Herêma Kurdistanê tê hesibandin, ku gelek embarên mezin, sarker, meydanên keskatî û fêkî tevî embara alîkî vedigire.
Di pişka sarkeran de, berhemên çandinê dikarin ji bo demeke dirêj bên embarkirin.
Herwesa bi rêya firotina rasterast, cotyar û bazirganên kertê çandinê dikarin bi hêsanî berhemên xwe berbazar bikin.
Di vê Elweya Hevçerx de giringî bi kertê xizmetkariyên giştî hatiye dan, wekî bingeha saxlemiyê, bingeha agirvemirandinê, bingeha polîsan, westgeha sotemeniyan, meydana rawestandina erebeyan û devera keskatî ku bi awayekî serdemane tê avakirin.
Pêkhateya pirojeya Elweya Hevçerx a Akrê:
19 dikan bi rûberê 50 metrên ducarkî
20 embar bi rûberê 450 metrên ducarkî
48 elwe bi rûberê 150 metrên ducarkî
112 elaf bi rûberê 135 metrên ducarkî
1 meydana keskatî bi rûberê 4755 metrên ducarkî
8 sarkerên befirgir bi rûberê 1000 metrên ducarkî
11 sarkerên asayî bi rûberê 1000 metrên ducarkî
2 qepan bi rûberê 290 metrên ducarkî
1 devera keskatî bi rûberê 39 hezar û 861 metrên ducarkî
1 şitilxane bi rûberê 2958 metrên ducarkî
1 meydana rawestandina erebeyan bi rûberê 9716 metrên ducarkî
1 bingeha agirvemirandinê bi rûberê 600 metrên ducarkî
1 bingeha polîsan bi rûberê 600 metrên ducarkî
1 westgeha sotemeniyan bi rûberê 2600 metrên ducarkî
1 xwaringeh bi rûberê 2160.7 metrên ducarkî
1 mizgeft bi rûberê 1025 metrên ducarkî
1 nivîsîngeha kargêriya elweyê bi rûberê 600 metrên ducarkî
1 devera vekirî bi rûberê 33 hezar û 985 metrên ducarkî