Mesrûr Barzanî: Biryara dadgeha Iraqê mafên me yên destûrî binpê dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Davosê îro Sêşemê 24ê Gulana 2022yan, ligel wezîrên derve yên Erebistana Siûdî, Urdin Kuweytê panelek li ser pirsgirêkên ewlekariyê yên li Rojhilata Navîn pêk anî.

25.05.2022, Çar - 06:14

Mesrûr Barzanî: Biryara dadgeha Iraqê mafên me yên destûrî binpê dike
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Davosê di panelekê de derbarê biryara Dadgeha Federalî ya Iraqê de diyar kir ku biryar ji aliyê Herêma Kurdistanê ve nayê qebûlkirin û got: Biryara dadgeha Iraqê mafên me yên destûrî binpê dike.” Mesrûr Barzanî diyar kir ku armanca êrîşên li ser Hewlêrê hatine kirin ev bû ku hinek welatan xwestin hejmûna xwe bisepînin û herwiha girêdayê encama wan hilbijartinan bû, ku li Iraqê çêbûn.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Davosê îro Sêşemê 24ê Gulana 2022yan, ligel wezîrên derve yên Erebistana Siûdî, Urdin Kuweytê panelek li ser pirsgirêkên ewlekariyê yên li Rojhilata Navîn pêk anî.

Di panelê jêr navnîşana “Pêkhateyeke Nû ya Asayişê li Rojhilata Navîn” Mesrûr Barzanî got: “Ez di wê baweriyê de me ku bandora kêşeyan tenê li cihekî ranawestin, kêşeya ku li Ukraynayê heye, bandora wê li ser hemû cîhanê heye, bandora wê eşkere ye.”

“Çend armacên êrişan hebûn”

Mesrûr Barzanî diyar kir ku êrîşên mûşekî yên bi ser Hewlêrê de hatin kirin, çend armancên wan hebûn û got; “Ez baweri, divê em temaşeyî bûyerê û piştî bûyer bikin. Divê em bi giştî li ser vê mijarê biaxivin, bi taybetî asayîşa navçeyê. Bêguman ev êrîş ji ber tunebûna fêmkirina baş qewimî. Hinek welat, meyla wan a sepandina hejmûna xwe bi ser welatên din de heye. Di wê hilbijartinê de ku Cotmeha borî birêve çû, xelk biryar da çi cûre Iraqekê dixwazin, hevpeymanî hat pêkanîn, weke her hilbijartinên demokrat serketî û binketî hene.”

“Êriş li dijî avakirina hikûmetê ye”

Di berdewamiya axaftina xwe de Barzanî diyar kir ku ew aliyên di hilbijartinên cotmeha par de bi serketin heta niha nekarîne hikûmetê pêk bînin û got: “Ji ber ku Iraq tekane welat e li cîhanê ku divê du li ser sê dengên we hebin, egerna hûn nikarin hikûmetê ava bikin. Dibe ku ew êrîşên mûşekî weke zextek hatibin bikaranîn li ser endamên wê hevpeymaniya ku di navbera Kurd, Sunne û Şîe de hate pêkanîn, da ku ji vê hevpeymaniyê vekişin.”

“Hejmûna welatan li ser Iraqê berdewam e”

Barzanî bal kişand li ser armanceke din a êrişî û got: “Peyameke din jî hebû, ku hejmûna welatan li ser Iraqê berdewam e. Ji bo sînordarkirina van êrîşan pêwîstî bi hewleke berfireh a welatên navçeyê û civaka navdewletî heye, bi Amerîka û wan welatan jî, ku berjewendiya wan li Iraqê heye.”

“Ji bo rêgirtina êrişan pêwîstî bi karê hevbeş heye”

Ji bo rêgirtina êrişên li dijî Herêma Kurdistanê jî Barzanî bal kişand li ser pêwîstiya karê hevbeş û got: “Ji bo rîgirîkirin ji wan êrîşan pêwîstî bi karê hevbeş heye di navbera hemû aliyan de li navçeyê. Ez zêdetir ji wê yekê jî dibêjim û daxwaza alîkariya civaka navdewletî dikim û bi taybet ji Amerîkayê. Belê Amerîka û Ewropa û tevahiya wan welatên ku berjewendiya wan li navçeyl heye divê rêzê ji serweriya wî welatî bigrin. Divê rêz li serweriya Iraqê were girtin. Em li Iraqê dixwazin careke din serweriya xwe bi dest bixin. Loma divê hewldan bi awayekî bin ku zêdebûna hejmûnê li Iraqê xirab e. Hemû tiştên ku me dîtin, tenê hêvî ye ji bo çareserî pêk were, lê belê bi awayekî pratîk ti pêngavek nehatiye avêtin ji bo ku Iraq xwedî serweriya xwe be û berevaniyê li xwe û serweriya xwe bike û nebe meydanek ji bo êrîş li ser werin kirin, mûşek werin arastekirin û aliyên ser bi welatên din ajendaya xwe tê de cîbicî bikin.”

“Iraq ne welateke serbixwe ye”

Derbarê mijara petrola Iraq û Kurdistanê jî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got: “Li Iraq eger em li rewşa giştî binêrin, em dibînin ku çendîn biryarên xelet ên siyasî hebûne, ku sedema serîhildana qeyranan in. Ji wan; qeyrana petrolê, paşguhkirina destûrê, hebûna hejariyê, nedadperwerî, newekhevî, biryarên xelet, hikûmeta xirab û birêvebirina şaş, bûne sedema serîhildana kêşeyan. Min di destpêkê de got, ez bawer nakim Iraq welatekî serbixwe ye û biryarên xwe bi awayekî serbixwe dide, ji aliyê welatên derve bandor li ser wê hatiye xistin û sedemên derekî dest dane ser. Dostên me dibêjin bila Iraq bi xwe biryara xwe bide, lê belê Iraq heta niha bi xwe biryar nedaye. Gelek derz hene û welatên din wan derzan tije kirine. Divê hemû dostên Iraqê hewl bidin û ji wê yekê bawer bin ku xelkê Iraqê bi xwe çarenûsa xwe hildibijêrin, dema ev pêk were û rêz li destûrê were girtin, ev pakêteke mezin e ji bo hemû welatan û destûreke me heye, mixabin hatiye paşguhkirin, maddeyên ku girîng in hatine paşguhkirin, jêbirina neteweyî hatiye cîbicîkirin, ev bûye sedem ku deverên dûr bibin hevkarê terorê, çimkî hatine paşguhkirin û mafên wan nehatine cîbicîkirin.

“Biryara dadgehê siyasî ye û em qebûl nakin”

Têkildarî biryara Dadgeha Federal a Iraqê de jî Barzanî destnîşan kir ku biryara dadgehê ya derbarê petrola Herêma Kurdistanê de biryareke siyasî ye û bi navê yasayê ve hatiye kirin, lê belê ti kêşeyek çareser nake.

Barzanî herwiha da zanîn ku Iraqê gelek pirsgirêkên xwe hene û biryara Dadgeha Federal a Iraqê bûye sedema zêdebûna kêşeyên din û got: “Hikûmeta min, desthilata me ya tam heye, Serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Parlamento û Serokatiya Herêmê û desthilata dadwerî, hemûyan ev biryar red kirin, ji ber ku biryareke siyasî bû, ne yasayî û li gor destûrê nebû. Ew biryar li gor yasa û maddeyên destûrê nebû, ew sazî jî li gor destûrê nehatiye damezrandin û ev biryar siyasî ye û ewa ku jê re tê gotin, aliyekî yasayî der kiriye, nexêr ev navçeyek û cihek nîne ku em bikarin vê biryarê pesend bikin, çimkî binpêkirina destûra Iraqê û mafên me yên destûrî ye, destûr di ser hemû tiştan re ye, bêguman em pabendî destûrê ne û em erkên xwe cîbicî dikin, lê belê em nahêlin mafên me werin binpêkirin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 242 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:10:28
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x