Serokwezîrê Herêma Kurdistana Mesrûr Barzanî îro 1ê Gulanê, peyamek bi boneya Roja Karkeran a Cîhanî li hejmara xwe ya tora civakî “X” weşand.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyamê de got: “Bi boneya Roja Karkeran a Cîhanî, ez bi germî pîrozbahiyê li hemû karkerên li Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim.”
Herwiha got: “Rêz û pêzanîneke min a mezin ji bo ked, erk û beşdariya çalak a karkerên Kurdistanê di pêvajoya avedakirinê, pêşxistin û avakirina binesaziya aborî ya Herêma Kurdistanê de heye.”
Da zanîn jî: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê di salên dawî de ji bo baştirkirina şert û mercên jiyana karkeran û parastina mafên wan, gelek hewl dane. Di vî warî de, em pabendbûna xwe bi berevanîkirin û dabînkirina mafên karkeran di warê tenduristî û ewlehiya kar, mafên yasayî û baştirkirina şert û mercên karên wan de, tekez dikin.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di dawiya peyama xwe de got: “Roja Karkeran a Cîhanî pîroz be û hêvîdar im ku mafên wan her tim parastî bin û tendurist bin.”